Efrîn: Çekdarên YPGê 70ê kesên biçûk û mezin birin leşkeriya neçar!

Efrîn: Çekdarên YPGê 70ê kesên biçûk û mezin birin leşkeriya neçar!

12:23:03

 

Rojava News:  YPGê li bajarê Efrînê zêdetir ji 70ê ciwanên kurd bi darê zorê dibe leşkeriyê.

Li gor zanyariyan hatine wergirtin; îro di encama girtina bi ser malan de li gundewarên Efrînê YPGê gencên 18 heta 45 salî dibe leşkeriyê.

Herweha îro danê sibehê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi ser gundewarên Efrînê de girt û zêdetir ji 70ê kes destgîrkirine da ku wan bibe leşkeriye.

Çekdarên YPGê yê bi ser PKKê li gundên weke Meydan Ekbezê, Qêsim, Kaxirê û gelek gundên din bav û navsalan li şûna lew û keçên wan digirin û dibin YPGê li herêmê yan jî tev Hêzên Parastina Civakî (HPC) dikin.

YPGê zêdetir ji 5 sala ye gêncên kurd dibe leşkeriya neçar û li bereyên weke Reqqa û MEnbicê dibe şerê DAIŞê.