Efrînê: Seredana Pirtûkxaneya gelek kêmbuye!

Efrînê: Seredana Pirtûkxaneya gelek kêmbuye!

12:51:09

 

Rojava News: Li bajarê Efrînê, jî ber xwendina bi elektronîkî û bilindbûna nirxên pertûkan asta xwendina pertûkan gelek kêmbuye.

Li gor raporteke ku Rudaw belavkiriye ji dema ku materyalên elektronîkî pêşketine li gelek devera û bi teybet li bajêrê Efrînê xwendina pirtûkan gelek kêm buye.

Li gor heman raportê Hemwelatiyê bi navê Danyal Hebeş ji sala 2011ê ve pirtûkxaneyek vekiriye. Di pirtûkxaneya wî de hezar û 200 pirtûk hene. Ew dixwaze asta rewşenbîriyê li herêmê bi pêşbixe.

Danyal Hebeş dibêje: “Armanca min a sereke ya vekirina vê pirtûkxaneyê, belevkirina rewşenbîriyê ye, mixabin bi sedema rewşa niha xwendina pertûkan gelekî kêm bûye. Sedema vê derketina internêtê û bilindbûna nirxên pertûkan e. Di heman demê de nebûna pertûkên naverok baş, xwendin kêm kiriye.”

Diyardeya nexwendina pertûkan li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê û Efrînê jî bi taybetî ji ber sedemên şer û pozberiyan, nebaşbûna rewşa aborî ye.

Rewşenbîr Idrîs Mamed jî dibêje: “Di serdemên dawî de û bi taybetî di sedsala 21ê de, rêjeya xwendina pirtûkan kêm bûye. Sedema vê jî rewşa giştî û kêmbûna derfetan û guvaşên derûnî yên li ser mirovan e.”

Çalakiyên rewşenbîrî ji ber şerê Sûriyê li Efrînê gelekî kêm bûne. Tevî vê yekê jî kesayetiyên rewşenbîr û saziyên rewşenbîrî hewl didin ku tevgera xwendin û rewşenbîriyê li herêma Efrînê biparêzin.