Nasrallah: Ji bo êrîşên nû em amade ne

Nasrallah: Ji bo êrîşên nû em amade ne

13:23:13

 

Rojava News: Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah ragihand ku ji bo êrîşên nû yên Îsraîlê amadehiyên wa hene û ji berê baştir in.

Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah di axaftina xwe ya salvegera şerê 12ê Tîrmeha 2006an ê navbera Libnan û Îsraîlê ku 34 rojan dewam kiribû di televîzyonê de gotarek pêşkêş kir.

Hesen Narallah di axaftina xwe de got: "Rêxistina me li hemberî êrîşênÎsraîlê li gorî berê baştir e. Îsraîl ji bo bergiriyên nû li hemberî Hizbullahê werin kirin guvaşan li rêvebiriya Donald Trump dike. Ma gelo rêvebiriya Amerîkayê nizane ku Hizbullah jî di nava hikûmeta Libnanê de ye."

Nasrallah di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ji bo operasyona bakurê rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê ew amade ne wekî Hizbullahê piştgiriyê bidin.