Hewas Egîd:bi destjikarkişana Mihemed Besam Melek ,Dareke ra lawaz ji dest hevpeymaniyê çȗ

Hewas Egîd:bi destjikarkişana Mihemed Besam Melek ,Dareke ra lawaz ji dest hevpeymaniyê çȗ

 17:41:58

14/08/2017

RojavaNews :Hewas Egîd:bi destjikarkişana Mihemed Besam Melek ,Dareke ra lawaz ji dest hevpeymaniyê çȗ.

 Ji dest pêka sazkirina Hevpeymaniya niştimanî ya opozizyon ȗ şoreşa sȗrî ,hewldanên têkbirin ȗ reşkirina wêneya wî ji derve ve berdewame,ȗ bayê  destjikarkişanê lê dide,û dawiya wê destjikarkişana Mihemed Besam Melek duh yekşema meha tebax ê 2017an .

li ser babîsoka destjikarkişanê ,Hewas Egîd endamê desteya siyasî di Hevpeymaniya niştimanî ya opozizyona sȗrî de ,di daxuyaniyeke teybet ji (RojavaNews) re ,Eşkere kir"meseleya destjikarkişanê ji Hevpeymaniya niştimanî ya opozizyona sȗrî bûye tiştekî normal,dema ku babîsok bi hêz  radibe ,sirûşt bi rola xwe dilîze di jîngehê de,darên rizî û ra lawaz hil dibe û li ber bayê diçe,û ya nerim û nûhatî,xwe di çemînê ta ku babîsok bi dawî were,dara resen bê carina çiqlên wê dişkin û pelên wê li ber bayê diçin,lê ew her xwegirtiye û li cihê xwe dimîne  ,piştî vê babîsokê  xurist jî wê çaxê  wan jihev cidadikê û di encamê de mayîn ji yên bi hêztirîn re ye .

Hewas gotina xwe  berdewam kir û got:" piştî 6 salan ji xwestekên Rêjîm û hin dewletan di rewşeke ji hişkbûnê hişktir,dareke lawaz firî ,û darên xurt û nûhatî man û hêz û viyana wan bêtir bû".