13:32:27
Rojava News: Li Efrînê navçeya Ehrezê di encama teqîna mayînekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 zarok birîndar bûn.
Duh li navçeya Ehrezê ya bi ser bajêrê Efrînê mayinek ji bermahiyên DAİŞê bi 3 zarokê ku li ber şivaniyê bûn ve teqiya.
Hat zanîn zarokê 12 salî Xeyrî Ehmed jiyana xwe ji dest da û Yûsif Ehmed Elo ê 10 salî ji ling û milê xwe û Mihemed Merwan Birîmo ê 13 salî jî ji ling û mile xwe birîndar bûn.
Piştî ku çekdarên DAIŞê ji gundên Şehbayê hatin derxistin, li pişt xwe gelek bermahiyên teqemenî bi cih hiştin û ta niha gelek caran bi welatiyê sivîl ve teqiyane.
