13:48:04
Rojava News: Nêzîkî 70 hezar penaberên sivîl li 40 kampê deverên jêrî kontrola HSDê de li parêzgehên Reqa û Dêrazorê di rewşeke zehmet de dijîn.
Berdevka fermî bi navê destaya navwelatî ya heyva sor Encî Sidqî got; bêhtirî 40 kamp li deverên dûr hatine avakirin û gihandina alîkariyan bo wan deveran pir zehmet e.
Herweha hate zanîn ku ew kon di zikê bêriyê de hatine avakirin, û mar û topişk bi awayeke rojane li deverê têne dîtin.
Incî tekez kir ku 50% ji wan penaberan zarok in, û ew di rewşekê gelek zehmet de jiyan dikin, û gelek caran pileyê germê digihê 50 pileyî.
