Mihemed ismayîl: “ PYD” amrazek e bo cîbicîkirina berjewendyên dijberên Kurdistanê

Mihemed ismayîl: “ PYD” amrazek e bo cîbicîkirina berjewendyên dijberên Kurdistanê

10:37:38 PM

RojavaNews:Mihemed ismayîl endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di lêdwanekê de ji   ( RojavaNews ) re ragihand: , rêgirî û destdirêjiya çekdarên PYDê li ser merasîma cenazeya şehîdan, karekî bê rawiştî û sivikatiya bi giyanê şehîd e, yê ku bi xwîna xwe  xaka Kurdistanê av daye.

Ismayîl di gotina xwe de berdewamkir û got: “Ti projeyeke PYDê ya netewiya Kurdî nîne û ti wateya lihevhatin û yekrêziya Kurdî di ferhenga wî de jî nîne. Herwiha PYDê gelekî ji xewna cemawerên Kurd di  damezrandina dewleta Kurdî jî dûre. PYD amrazek e bo cîbicîkirina berjewendiyên dijberên Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê ye.”

 

Bo zanîna zanyariyên bêhtir guhbihîstê naveroka raportê bibin; 


Media