Barzanî gihîşt Kerkûkê

Barzanî gihîşt Kerkûkê

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt bajarê Kerkûkê.

Biryar e Barzanî serdana Encumena Parêzgeha Kerkûkê bike. Herwiha serdana Hêzên Pêşmerge li eniya şer bike.

Barzanî li Kerkûkê ji aliyê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resul û Wezîrê Pêşmerge Mistefa Qadir û Alîkarê Wezareta Pêşmerge Enwerê Hacî Osman û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û Mihemedê Hacî Mehmûd ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê îro li Kerkûkê ragihand: “Hêzên Pêşmerge Kerkûkê diparêzin û em rê nadin çekdarên şîe ên Heşdî Şebî derbasî nava bajêr bibin.”

Ev serdana Barzanî piştî wan êrişên dawî ji aliyê çekdarên DAIŞê li ser başûrê Kerkûkê tê.