Hêzên kurdî li Girê Spî pêşve diçin

Hêzên kurdî li Girê Spî pêşve diçin

Rojava News: Hêzên kurdî li herêma Kobanî pêşve diçin û li aliyê rojhilat % 5ê gundewarên Girê Spî (Til Ebyed) ji destê çekdarên DAIŞê derxistine.

Hêzên Kurdî bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge di nava gundên Girê Spî de pêşve diçin û % 5ê gundewarê Girê Spî ji çekdarên DAIŞê paqij kirin.

Hêzên kurdî destê xwe danîne ser gundên Kilt, Kîlk, Zirî, Îdaniye, Bixdîk, Kil Tipe û Binderxan (22 km rojhilatê Girê Spî) ên girêdayî Girê Spî.

Herwiha wan çavkaniyan tekez kirin ku, Hêzên Pêşmerge ji ser Kaşê Difî Mixareyê (4 km rojavayê Binderxan) ya stratejîk, topan davêjin ser gundên nêzîkî Girê Spî.

Li gor agahiyan, pêşveçûnên hêzên kurdî li Girê Spî berdewam in û heta niha 5 km di nava wan gundan de pêşve çûne.
 

Şervanên Lîwaya Şoreşgerên Reqa jî  li aliyê rojhilatê Kobanê bi cîh bûne, û şervanên Lîwaya Şems el-Şîmal li aliyê başûr li ser rêya navdewletî ya di navbera Heleb û Hesekê de bicîh bûne, herwiha şervanên Ehrar Cerablus li aliyê rojavayê Kobanî bi cîh bûne.