12:40:13
Rojava News: Îro 16ê tebaxa 2017an e, ango salvegera damezrandina PDKê ye,wek ku tê nasîn PDKê partiyeke netewî ye.
Di sala 1946an de serfermandarê Komara Kurdistanê Mela Mustefa Barzanî û hejmarek kesayetên Kurdistanê li bajarê Mehabadê ku peytexta yekem a Komara Kurdistanê bû, biryara damezrandina PDKê dan.
Piştî komkirina hejmarek endaman.di roja 16.08.1946ê yekemîn kongir hate kirin û PDKê hate damezrandin û Mela Mistefa Barzanî wek serokê partiyê hate hilbijartin.
Armanca serekî ya PDKê ew e , ava kirina dewleta Kurdistana serbixwe ye û endam û alîgirên wê jî ji hemû ol û netewên li Kurdistanê pêkhatin.
ANiha serokê PDKê Mesûd Barzanî ye ku di sala 2005ê li parlementoya Kurdistanê û di 25ê meha 7an 2009ê de jî bi hilbijartinên giştî ve wek serokê herêma Kurdistanê hate hilbijartin.
Piştî biryara eniya Kurdistanê ya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê, PDKê wek partiyek e serekî ya Kurdistanê beşdarî hilbijartina parlamentoyê bû.
