Berdevkê Erdogan daxuyaniyeke girîng bo referanduma Kurdistanê da!

Berdevkê Erdogan daxuyaniyeke girîng bo referanduma Kurdistanê da!

11:40:12

 

Rojava News: Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Îbrahim Kalin di axaftina xwe de ragihand ku pêwendiyên me ên li gel Hewlêrê baş in û em dixwazin ev pêwendî berdewam bin.

Îbrahim Kalin beşdarî bernameya "Tirkiyeya ku diaxive" ya Best FMê bû û li ser rojeva Tirkiye û cîhanê axivî. Kalin got: "Sedema bingehîn a ku em li dijî vê referandumê ne, parastina yekîtiya ax û siyaseta Iraqê ye. Li vir ne li dijî kurdên Iraqê, ne li dijî kurdên Sûriyê, ne jî li dijî kurdên li herêmê, ti helwesta me ya neyênî tine ye. Em ferz bikin ku referandum pêk anîn, biryara referandumê cîbicî kirin, dê bi vêya çi bikin? Gava tenê ji aliyekî ve bibêjin 'Me serxwebûna xwe ragihand', dê vêya kî nas bike? Bexda, Tirkiye, Îran, tiwelatekî cîran dê nas neke. Ewropa û Amerîka jî li ser vê yekê helwesta xwe nîşan dan. Ji ber vê dê xwe têxin tengasiyê."

Kalin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji aliyê me ve mijareke din a hesas jî ew e ku parêzgeha Kerkûkê jî tevlî referandumê dikin. Mafê wan ji bo vê yekê jî tine ye. Çimku Kerkûk bi Bexdayê ve girêdayî ye û erdnîgariya wê weke herêmên nakokî tê nasîn. Di dîroka me de cihê Kerkûkê gelek taybet e. Kerkûk bajarekî tirkmen e, li wir kurd û ereb jî hene. Eger hûn rabin Kerkûkê jî tevlî referandumê bikin, encama ku dê derkeve holê, diyar e. Tirkmen û erebên li wê derê, dê tevlî referandumê nebin."