11:44:35
Rojava News: Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê encûmena bajarokê Başîqayê jî biryar da ku tevlî referanduma serxwebûnê bibe.
Li gorî çavkaniyên herêmî pêkhateyên rûniştvanên Başîkê daxwaz ji encumena vî bajarokî kirin, ku devera wan jî tevlî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibe. Encumena Bajarokê Başîqayê duhî li ser vê mijarê civînek li dar xist.
Di civîna duhî de, Encumena Bajarokê Başîqayê bi piraniya dengan pesend kir ku referandum li Başîqayê jî were sazdan û ji bo wê yekê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku daxwaza wan birnirxîne û amadekariyên referandumê li wê deverê jî bike. Encûmenê bi temamê dengan biryara sazkirina referandumê pesend kir.
Herwiha endamê Encûmena Başîqayê Kawe Mihemed Yûsif derbarê vê biryara encumenê de got: "Nûnerên tevahiya gund û deverên Başîqayê daxwaz kirin ku referandum li Başîqayê jî were encamdan."
Ji aliyê din ve duhî Encûmena Navçeya Xaneqînê ya ser bi bajarê Diyalayê jî biryar da bû ku referanduma serxwebûna Kurdistanê li herêmê were sazkirin.
