RojavaNews: Berpirsêkî Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Sûriyê eşkere dike, ku dahata petrola Rimêlanê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, di navbera hikûmeta Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) de tê parvekirin û meaşên karmendên kêlgehê jî ji aliyê lgekeş lelayen hikûmeta Sûriyê vet ê dayîn.
Yekemîn bîra petrolê ya li parêzgeha Hesekê di sala 1958ê li Kêlgeha Kiratşokê hate peydakirin. Pêvajoya derxistina petrolê heta sala 2011ê berdewam kir. Li vê herêmê hezar û 670 bîrên petrolê hatine lêdan. Lê ji van hezar û 322 bîr, ji ber pirsgirêkên teknîkî, bê berhem in.
Piştî vekişandina rejîma Sûriyê ji Rojavayê Kurdistan, navçeya Rimêlanê kete destê PYDê û Kompanyaya Petrola Rimêlanê roja 1ê Adara 2013ê radestê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate kirin.
Çavkaniyekê ji Wezareta Petrola Sûriyê, ku nexwest navê wê were eşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand, PYDê karmendên kompanyayê guhertine.
Bi gotina vî çavkaniyê, beriya qeyrana Sûriyê rêveberiya kompanyayê di destê endazyar Nebîl Mehmûd de bûye, ku ev kes elewî ye û xelkê Deşta Ceble ya ser bi parêzgeha Lazqiyê ye. Lê piştî qeyranê kompanya ji aliyê çend kesan ve tê birêvebirin. Yek ji wan rêvebiran jî kadroyekî PYDê yê bi navê Elî Şêr e, xelkê Bakûrê Kurdistanê ye rêveberê rasteqîne ew e.
Ji sedî 50 karmendên Kompanyaya Petrola Rimêlanê kurd in
Çavkaniyê Rûdawê behsa hemahengiya hikûmeta Sûriyê ya li gel PYD ya li serkarên Kompanyaya Petrola Rimêlanê kir û got: “Di navbera Wezareta Petrola Sûriyê û PYDê de, derbarê gihandina raporên rojane de danûstandin hene. Di van raporan de derbarê astê asta berhamanîn û rêkariyên rêveberiyê de zanyariyên têrûtesel hene. Heryek ji Ehmed Paşa û Mihemmed Îbrahîm jî ku efserê leşkerî ne, erkê wan hemahengiya di navbera wezaret û PYDê de ye.”
Li gorî gotina vê çavkaniyê, Îbrahîm Îbrahîmê birayê sekreterê Elpartiyê Nesreddîn Îbrahîm, mehek beriya niha ji aliyê fermandariya YPGê ve weke rêveberiyê Giştî yê Kompanyaya Petrola Rimêlanê hatiye destnîşankirin. Îbrahîm derçûyê koleja endazyarî ya wize ye û xelkê Qamişlo ye.
Kî mûçeyên karmendan dide?
Çavkaniyê Rûdawê derbarê hejmara karmendên Kompanyaya Petrola Rimêlanê de got: “Beriya qeyranê 5 hezar û 800 karmendên kompanyayê hebûn. Lê paşî hate kêmkirin û niha 3 hezar û 500 karmend in. Rêjeya fermanberên kurd di kompanyayê de ji sedî 50 zêde ûye. Kojmeta meaşan berî 215 milyon lîreyê sûrî bû, lê niha 130 milyon lîre ye. Mûçe ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve tên dayîn.”
Li Kompanyaya Rimêlanê hezar û 550 yekeyên, anku xaniyên nîştecêbûnê hene, ku taybet ên karker, karmend û berpirsan in. Lê çavkaniyê Rûdawê dibêje: “PYD 150 xanî dane alîgir û endamên xwe. Bi taybetî dane Kenan Berekat, ku berpirsê navçeya Cezîre ye. Xaniyek din jî dane kurê Salih Mûslim. Herweha ji bo Rêveberiya Xweser a Cezîreyê jî avahiyeke mezin hatiye terxankirin.
Bi gotina vê çavkaniyê, 2 serkirdeyên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên bi navê Husên Silêman û Ferhan Merî ji xaniyên xwe hatine derxistin, herwiha malbata pêşmergeyekî rojavayî jî ji xaniyê xwe hatiye derxistin. Herwiha 3 fermanberên bi navê Heval Îsa, Mihemed Merdî û Şehnaz Gelo bi tometa endamtiya ENKSê ji kar hatine dûrxistin.
Berhema petrola Rimêlanê çende?
Rêveberiya Kêlgehên Petrolê yên Hesekê 12 kêlgehan li xwe digre. Ew jî kêlgehên Rimêlanê, Sazaba, Swêdiye, Kiratşok, Elyan, Ode, Dîcle, Hemze, Leylan, Bedran, Beşuq û Şamo ne. Berî hemû berhem li wêstgeha Teledes dihatine komkirin. Lê paşî gaz û petrol ji bo wêstgehên Himis û Banyasê hatine veguhestin. Lê ev yek heta beriya sala 2011ê, wate beriya serhildana qeyrana Sûriyê bû.
Beriya qeyranê berhema van kêlgehan rojane 170 hezar bermîl bû. Lê çavkaniyê Rûdawê dide zanîn, ku niha berhema rojane 80 hezar bermîl e, hendek rojan jî digihe 100 hezar bermîlan.
Rojane 20 hezar bermîl henardeyê Herêma Kurdistanê dibe
Derbarê çawaniya bikaranîna berhemên petrolê de çavkaniyê got: “Rêveberiya Xwesr her roj 20 hezar bermîlan ji bo pêwîstiyên navxwe bikartîne. Beşek ji bo wêstgeha Teledes tê şandin, ku ev der di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye. Herweha 20 hezar bermîl jî bi rêya boriyan ve vediguhezin wêstgeha Swêdiyê. Bi vê rêyê digihe wêstgeha Elîwka ya Herêma Kurdistanê. Ev xet ji serdema Seddam Husên ve heye.”
Bi gotina çavkaniyê, Kompanyaya Petrola Rimêlanê bûye çavkaniyeke baş a dahatê ji bo PYDê. Ew lîtreyekê benzînê bi 75 lîreyan difiroşine bazar, lê li bazara reş lître bi 250 lîre tê firotin. Herweha lîtreyekê gazê bi 40 lîre difiroşin lê li bazara reş gaz bi 150 lîre ye.
Bi rêya Kompanyaya Rimêlanê, ji bo nîştecihên Hesekê elektîrk tê dabînkirin. Beriya qeyranê 200 megawat elektrîk dihate dabînkirin lê niha bûye 120 megawat. Bi giştî pêwîstiya Hesekê bi 350 megawat elektrîkê heye.
Pêwendîyên YPG û kompanyayên petrolê
Ji bilî kompanyaya Rimêlanê, li parêzgeha Hesekê 2 kompanyayên din ên kerta taybet hene, ku kêlgehên Ode û Dîcleyê kardikin. Herdu kêlgeh jî ji aliyê YPGê ve tên parastin.
Çavkaniyê ji Wezareta Petrola Sûriyê derbarê Kêlgeha Ode de got: “Ev kêlgeh dikeve deşta Tirbespiyê. Kompanyayekî Çînî karî tê de kar dike. Berhema vê kêlgehê rojane hezar bermîl e. Petrola wî bi cura giran e lê kompanya niha li ser petrola sivik kar dike. YPG vê kêlgehê diparêze û li hember vê her meh 10 milyon lîreyê sûrî werdigre.”
Derbarê Kêlgeha Dîcleyê de çavkaniyê diyar kir: “Li navçeya Elî Axa ya deşta Tilkoçerê ye. Kompanyaya golf santes di vir de kar dike. Ev kompanya yê Ramî mexlûfê kurxalê Beşar Esed e. Kêlgeh li ser 28 bîran e û berhema wan a rojane 40 hezar bermîl e. Ev kêlgeh jî ji aliyê YPGê vet ê parastin û li mehber de her meh 10 milyon lîreyê sûrî werdigre.”
Rûdaw
