Qamişlo ...Y. J. K. S der barê rêferandomê simînarek li darxistin

Qamişlo ...Y. J. K. S der barê rêferandomê simînarek li darxistin

1:14:45 PM

RojavaNews: Bi helkefta nêzîkbûna dema Rêfrandomê ,Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriyê simînarek li ser pirtûka bi navê Dewleta Kurdistana Nûjen  ya ku , berî demekî hatiya çapkirin li darxistin.

Endama Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriyê Ariya Cum’e ji RojavaNews re ragihand ku, Bi helkefta nêzîkbûna dema Rêfrandomê ,û wekû behweriyekê ji Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriyê ji bo ektîvkirina rola Jina Kurd di pirsên çarenivîs saz , Leqê Qamişlo yê Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriyê duh Çarşemê 16 ê tebaxa 2017 an simînarek li ser pirtûka "Dewleta Kurdistana Nûjen" ya Kemal Kerkûkî Endamê Nivîsgiha Siyasî yê Partiyî Demoqratî  Kurdistanî û berpirsê bereya Rojavayê Kerkûkê yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê simînarek li darxistin.

Herweha Cum’e diyarkir ku, di destpêkê de Vîdyoya simînara Diktor Kemal Kerkûkî  ya ku, li navenda vekolînan li Hewlêrê hatibû Pêşkêşkirin , pêşkêşkirin li gel şirovekirina Bingeh û binemayên pêwîst ji Avakirina Dewleteke Nûjen re.

  Cum’e amejekir ku , di dawiya simînarê de , hêviya serkevtinê ji Rêfrandomê re xwestin , da ku bibe dergehek ji serxwebûna herçar Parçan re.