PYD bi siyaseta xwe ya şaş dibe sedema topbarankirina çiyayê lêlȗnê

PYD bi siyaseta xwe ya şaş dibe sedema topbarankirina çiyayê lêlȗnê

1:54:19 PM

RojavaNews: Di raporta xwe ya dawî de ku kopîyek giha ber destê Rojava News:navanda ragihandina partiya demoqrata kurdistana_Sûriyê  têde  dibêje:PYD bi kiryarên ne ber pirs li çiyayê Lêlûn ê li Efrînê ku, dikeve ser hêla germ bi artêşa Turkiyê re dihêle Tirk derfetekê bibîne da êrîşî herêmê bike û, kereseteke mirovayî li wir çêbibe

Di raportêda wiha hat:

Lîlûn di metirsiyê da ye gelo kes heye lê xwedî derkevê

Nûçeyên ji Lîlona Efrînê tên ku, gelek gund ketine metirsiyê de ji ber cihên wan ku, li ser sînorê girûpên Erebî û îslamî ne ew yek dihêle ku êş û azarên wan zêde bibe

Her wiha 3000 hiktar ji zeviya sivîlên di navbera gundê KeferNebo û BurcHeyder hate desteserkirin, ji aliyê çekdarên PYD ve û 2 top li wir danîn  û ew yek dihêle bibe armanca girȗpên islamî ,û niha gundên çiyayê Lêlûnê wek bingeheke  leşkerî ne

Û ji wê giringtir nehêştina xwediyên zevîyan di nav zeviyên xwe de kar bikin, ji ber ku bûye cihek leşkerî û ew yek dibe sedemek ku gundî gundên xwe bihêlin û derkevin ji ber rewşa dawî ku li ser wan bi zora çekan hate meşendin.

Em di riya vê raportêre bang li her rêxistinên mirovî û civakî û her kesek bi karûbarên mirovî radibe ku, bi zûtirîn dem sivîlan azad bikin û mafê wan bi şêwekî dirist bidin wan ,her wiha em bang li hemû welat û aliyên xwedî biryar dikin da ku, vegerin zimanê giftigo û hevpeyvîn ê ji parastina sivîlan û ji şer û cengan dûr bikevin

Efrîn 16- 8- 2017