Ewrupa :Rêxistina PDK-S ê Komîteyan Ҫêdike jibo alîkariyan pêşkêşî kurdên nû hatî bike.

Ewrupa :Rêxistina PDK-S ê Komîteyan Ҫêdike jibo alîkariyan pêşkêşî kurdên nû hatî bike.

18:23:52

 RojavaNews :Endamekî Nivîsgeha siyasî ya Partiya Demukrata kurdistan-Sûriya  Eşker e kir ku"Rêxistina PDK-S li Ewrupa yê ,kar li ser veguheztina êş û azarên  gelê KURD di hundirê Welat de dike,li ba aliyên berpirs di rêjîmên Ewrupa yê de,û sitemkariya hatî serê wan  di dehsaliyên bihurtî de bi bilgenameyan tekez dike .

 

Di daxuyaniyeke teybet ji Rojava News ere ,Duh Pêncşemê , Nafih Beyro Endamê Nivîsgeha Siyasî ya PDK-Sê got:"Rêxistina me li Ewrupa ,pêwendiyên wê bi Revenda kurdî re  li ewrupa yê berdewame ,da ku em xizmetê ji nûhatiyan re bikin.bi riya sazkirina komîteyan li ser asta leqên partiya me ,û me hejmarin e telîfona li hemî dewletê Ewrupî belav kirine  teybetin jibo  xizmet û alîkariyê .

 

Byro  li ser rewşa kurdên ku daxwaza  vîza Kurdistanê dikin got:"Me kak Dilşad Barzanî nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Ewrupa dît ,û Me peywendî bi birayên xwe yên berpiris di ber  nûnerên kurdistanê li dewletê din li Ewrupa yê de kirin,di dawî de me karî bû ku em rewşa kurdên ku dixwazin serdana kurdistanê bikin çareserkin,û niha di karin vîza yê werbigrin ,Eger pasport Sûrî be yan jî Ewrupî be.

Her weha Beyro paşxistina bidestanîna vîzayê da xuyanî ku" sedem di pileya yekê de hejmara mezine, ku  di her 3ê salên dawî de  kurdên li Ewrupa niha dijîn û  di xwazin vîzayê bidestbênin pir mezin bûye.

li ser biryara rêkxistina xwepêşendanekê ji bo erêkirin û piştgêriya Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê li Kolina Elmanî di 26 ê tebaxa niha de ,Endamê Nivîsgeha siyasî ya Partiya Demukrata Kurdistan-Sûriya  Nafih Beyro gotina xwe berdewam kir û got :" Em çalakî û xwepêşindanên piştgiriya helwêsta siyasî  ya ku berevaniya çarenivîsa kurdî li her beşekî Kurdistanî dike ,Rêxistin dikin,û me amadekirineke mezin kirye di vê demê de jibo Xwepêşendana piştgêriya Rêfrandoma Serxwebûna Kurdistanê encam bidê û  biserkeve  

Beyro di dawiya daxuyaniya xwe de got:"Me hêviyek mezin heye bi Amadebûna cemawerekî mezin di vê xwepêşindana piştgêriya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ,û karê komîteya vê çalakiyê bi rêkûpêk dike jihê destxweşî û serbilindayê ye ,tev jî xwe bexşin ji baştirîn xortên me yên rewşenbîrin û berevanên  mafê  xwe î netewî yê kurdî ne .

 

Elî Umer