Zincîra topbarana bajarê Efrîn û gundewarên wê berdewame

Zincîra topbarana bajarê Efrîn û gundewarên wê berdewame

 

2017-08-19

Rojava News:Li gorî jêdera navenda ragihandinê Ya Partiya Dîmoqrata Kurdistan Sûriya , şeva bihorî ku bajarê Efrin û gundê Qestelê rastî  moşekên ji aliyê bajarê Ezazê ve hatibûn.

 li gorî jêdera  navenda ragihandinê  ya navborî ji Rojava News re ragihand: ku şeva bihorî moşekek li bajarê Efrînê li nêzîkî navenda rewşenbîrî û çar yên din li gundê Qestelê ketin, di encama vê topbaranê de gelek ziyanên madî  bi mal û milkên xelkê kiribûn lê ti kuştî û brindar tinebûn.

Norî Birîmo, endamê komîta navendî ya PDK-Sê ji Rojava News re ragihand ku ti mafê Tirkiyê nîne  ku herêma Efrînê û xelkên sivîl topbaran bikê. 

 Herwiha, jêder da xûyakirin ku ev zincîrên tpobaranê li ser bajarê Efrîn û gundên derdora harêma wê cihê şermezariyê ye û metirsiyên rasteqîne di nav xelkê de belavdike ji ber gundî nekarin biçin nav baxçe û zeviyên xwe de karbikin û li dawiyê ziyana xwe li ser berhemên çandinê zêdedike.

 Hêjayê gotinê ye, ev ne cara yekê ye ku herêma Efrînê ji çar aliya ve rastî topbaranên hovane ji aliyê artêşa Tirkiyê û girupên islamî ser bi wê ve tên û, ev sedemek serekiye belavkirina metirsiyê di nav nişteciyên Efrînê ku berê xwe bidin dervayî herêmê.  

 

Mustefa Qadî