Navenda Rahînanan Ya YPGê Li Gundê Birîmce Cihê Neraziyê Ye

Navenda Rahînanan Ya YPGê Li Gundê Birîmce Cihê Neraziyê Ye

 

2017-08-19

Rojava News: Li gorî Jêderikî li gundê Brîmce ji Rojava News re reragihand, ku bi kar anîna rahînanan li nav  gundê Birîmce neşteciyên wê  nerzîbûna xwe xûyakirin.

Li gorî gotinên wî ku piraniya neşteciyên gund nerazîbûna xwe xûyakirin ku çênabe milîsên ser bi YPGê ve rahînanên xwe yên leşkerî bi kar bînin ji ber ev rengê rahînanê û teqîna guleyan aramiyê têk didê.

Herwiha, li gor wî jêderî ku ne tenê rahînanên leşkerî  li gundê Birîmce tê bi kar anîn lê belê gelek cihên din mîna (Bin Zinarê înê) li nêzîkî Kitixê û bi dehan cih li bajarok û gundên Efrînê ji aliyê YPGê ve bi kar tînin.

Hêcayî gotinê ye û li gorî wî jêderî bi karanîna rahînanan li nav cihên ku civîl têde dijîn netenê aramiyê têkdide lê belê bervê civaka Kurdî dixe ediyolociya laşkerî û bi taybet dema xûrt û keçan bi zorê tevlî wan rahînanan  dikin.

 

Qadî