Rojava News: Serok erkanê artêşa Firansa tekez kir ku welatê wî di rûbirûbûna li hember DAIŞ de, pabende bi hevkariya ligel Herêma Kurdistanê û piştgirî kirin li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li havîngeha Selahedîn roja Duşemê pêşwazî li serok erkanê astêşa Firansa Edmêral Pierre de Villiers kir, di hevdîtinê de herdu aliyan peywendî û hevrêziya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Firansa de, di şerê li dijî DAIŞ de gotebêj kirin.
Serok erkanê artêşa Firansa ji aliyê xwe ve rola hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna li hember terorê de berz nirxand, her wiha hevrêzî û peywendiyên di navbara hêzên leşkerî yên Firansa û hêzên Pêşmerge erênî nirxandin, Pierre de Villiers tekez li ser wê yekê kir ku şerê li dijî terorê erkek hevbeşe di navbera hemû aliyan de û wê artêşa Firansa berdewam be di perwerdekirina hêzên pêşmerge û piştgirî lê kirin, wekî din cexit li ser wê yekê kir ta terora DAIŞ jinav bête birin ewê dê pabendin bi hevparî û pêşkêşkirina alîkariyê ji Herêma Kurdistanê re, Pierre de Villiers di dawî de da xuya kirin ku ti çarî rêbaza jiyanê ya terorîstên DAIŞ dixwazin bi ser navçeyê de bisepînin nayê pesend kirin û pejrandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê xwe ve di hevdîtinê de çexit li ser wê yekê kir ku teror bi ser hemû cîhanê ve metirsîdare, terorîst li kur derfetê bi dest bixînin dê kiryarên hov encam bidin, ji ber vê çendê li berember terorê rawestandin bi ser hemû aliyan ve erke.
