2:52:01 PM
RojavaNews:Tevî ku welatiyên Efrînê di qeyrana darayî de ne û rastî giranbûna pêdivîyên rojana tên û dorpêçkirina herêmê ,lê îsal rastî pirsgirêkin din tên ew jî nebûna demsala zeytûna û kêmbûna asta wê bi şêweyekî berçav .
Li gorî çalakvan Berzan Efrînî ji (RojavaNews) re ragehand: îsal demsal gelekî lawaz e û pêdivîyên wan gelek giran bûna wek mazot –karker-kirya tirobêla –tûrik û şûşeyên zeytê ,ev pirsgirêk dibin sedem ku welatî rastî ziyan û derdanê werin her wiha got kêm ketina baranê li Efrînê ziyanek mezin giha xelkê
Paşê behsa çareya van pirsgirêkan kir û got grînge nerxê pêdiviyên mûsimê bên erzan kirin û baca bi yek car werin rakirin
Li aleyekî din xwediyê guvişgehekê gilî û gazind ji giranbûna mazot û şûşeyên zeytê kir û wiha got rojana 400 litir ji mazotê pêwîste da guvişgeh birêve biçe û kar bike anga heyvana pêwîstiya me bi 12000 litir heye ew jî gelek e, û her sal em rastî giran bûnê tên. Her wiha behsa pirsgirêka dabîn kirina tenekên zeytê û got kargeha tenekan li Efrînê hene lê nerxa wan ji kargehên Heleb û Tertûsê buhatirin û riya Helebê her dem ne vekiriye em neçar dimînin giran bikrin lê em hêvîdikin nerxên îsal ji sala bûrî kêm tir be
Hêjayî gotinye ku sala bûrî demsal gelek başbû lê dorbêçkirina Efrînê ne hêla berherm jê bi derkevin û sûd ji wergirin
Şêxo Şêx nasan ..
