11:43:18
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, referandoma serxwebûna Kurdistanê ti carî nayê paşxistin. Barzanî her wiha dibêje, em sîber û wesayeta Îranê li ser xwe qebûl nakin.
Serok Barzanî di hevpeyvînekê de bi rojnameya Ukaz ya Erebistanê re behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê, pêwendiyên Erebistan û Kurdistanê û hinek mijarên din kiriye.
Barzanî li ser referandomê gotiye, referandom dê neyê paşxistin û dê di roja xwe de were encamdan.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa gotûbêja telefonî ya xwe û Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson jî kiriye û gotiye, Wezîrê Derve yê Amerîka daxwaz ji min kir referandom were paşxistin lê ez razî nebûm, min tenê qebûl kir ku bi Bexdayê re hevdîtin pêk were.
Barzanî li ser helwesta Îranê li hember referandomê jî gotiye, em dixwazin pêwendiyên me û Îranê li ser esasê cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş bin lê em ti carî qebûl nakin Îran destê xwe bixe nav karên me.
Serokê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin ku hejmonî û destê Îranê li Bexdayê bihêztir e ji welatên din û gotiye, ez nabêjim Îranê dest daniye ser hikûmeta Bexdayê lê hêz û hejmoniya Îranê li Bexdayê, ji ya dewletên din zêdetir e.
Serok Barzanî ragihandiye ku siyaseta Herêma Kurdistanê berçav û zelal e û gotiye, ji ber wê jî em ti carî sîber û wesayeta Îranê li ser xwe qebûl nakin.
Rayedarên Herêma Kurdistanê dibêjin, tenê Îranê bi eşkere dijîtiya referandom û serxwebûna Kurdistanê dike.
Herî dawî sererkanê artêşa Îranê Mihemed Baqirî gotibû, nabe referandoma serxwebûna Kurdistanê were encamdan. Wezareta Pêşmerge jî bi tundî bersiva wî dabû.
Jêder: Basnews
Ş.A
