Hêzên Ewlehiya Kurdistanê 50 çekdarên DAİŞê desteserkirine!

Hêzên Ewlehiya Kurdistanê 50 çekdarên DAİŞê desteserkirine!

13:16:37

 

Rojava News: Hat ragihandin ku di nava hefteyekê de nêzîkî 50 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li sînorê Rebîe yê navbera Iraq û Sûriyeyê ji aliyê hêzên Kurdistanê ve hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya malpera Rûdawê ku dispêre çavkaniyekî Şingalê ragihand ku beşek ji terorîstên DAIŞê bi komên biçûk, dixwestin xwe bigihînin sînorên Tirkiye û Sûriyê. Heta niha nêzîkî 50 kes hatin desteserkirin. Beşek ji wan terorîstan bi rêya xelkê ku ji Tileferê aware bûne, xwe gihandine sînorên Pêşmerge.

Çavkaniyê ku li Şingalê berpirsekî ewlehiyê ye û naxwaze navê wî were aşkerekirin got: "Piraniya wan erebên Iraqê û tirkmenên Tileferê bûn. Lê ji wan 3 kes jî ewropî bûn. Yek ji wan brîtanî bû û du kes jî almanî bûn. Wan dixwest xwe bigihînin Sûriyê û ji wir jî ber bi Ewropayê ve herin. Bi taybetî jî milîtanên biyanî dixwestin vegerin welatê xwe."

Duhî Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Heyder Ebadî operasyona rizgarkirina Tileferê dabû destpêkirin.

 

Ş.A