01:54:24
RojavaNew: Duh SêŞemê , 22ê tebaxa 2017an li ser riya Dirbêsiyê ,girûpek ji Ҫekdrên PYDê Endamê Komîteya Navçeyî ya PDK-Sê Ferhan Zelfo li Rêxistina Amûdê Revandin.
Ferhan Zelfo yek ji Kadroyên PDK-Sê ye,ku temen nîzîkî 40 saliye,û ji Gundê Girê Faris e ku bi ser Amûdê ve ye,hatiye revandin û rewş û cihê wî jî nediyare .
Di heman Kar û Siyasetê de , Ҫekdarên PYDê Endamê Komîteya Navçeyî ya PDK-Sê Mihemed Se,dê jî Bi girûpeke Ҫekdar û çav veşartî bi ser partia yekîtiya demukratîk PYDê ve hate Revandin ji mala xwe ,di êvara Duşemê de,û berî wî dane Cihekî nexuyayî û ta vê demê tu zanyarî li ser tineye.
Rêxistina PDK-Sê li Bajarokê Girkê Legê Daxuyaniyek belavkir ,û kiryarên PYDê têde Şermezarkir û got"Ev Kiryarên Şerim yên PYDê dijî berjewndiyên Miletê Kurdin û tenê xizmeta berjewendiên Dijminê Kurda dike.
her weha Rêxistinê di heman demê de saxlemiya Endamê xwe ji Pydê xwest û berpirsayetiya jiyana wî kir situyê wande ,û destnîşankir ku ev kiryar dûrî reftarên mirovatiyê ye û dijî hemî bang û yekbûna helwêst û daxwaziyên yekrêziya kurdiye,
Û tekezkir ku" Ev siyaset û kiryar tu caran viyana me lawaz nakin ,lê wê viyan û xebata me li ser Rêbaza Barzanyê Nemir zêde û bihêztir bike.
Hêjaye gotinê ku Partiya Yekîtia Demukratîk PYDê ji demeke dirêj ve van kiryar û siyasetên bi vî awayî dijî Serkirde û Endamên PDK-Sê û heval û alîgirên hin Partiên din di ENK-Sê de jî bi kartîne.
E.U
