Girkêlegê: Çekdarên PYDê Endamê Komîteya Navendî Salih Cemîl Revandin

Girkêlegê: Çekdarên PYDê Endamê Komîteya Navendî Salih Cemîl Revandin

10:57:31

Rojava News :Di nûçeyek lezgîn de ,niha li girkêlegê Çekdarên PYDê Endamê komîteya navendî yê PDK-Sê Salih Cemîl ji nivîsgeha wî ya teybet Revandin,

 Kurê serkirdeyê PDK-Sê Umer Salih Cemîl ji Rojava  News reEşkere kir" berî bîstikekê 3 Tirmbêlên çekdar girtin li ser nivîsgeha bavê min û bi zorê ew birin".

Salih Daxuyanî ku berî du şevan Jî wan çekdaran girtibû li ser malê ,lê bavê wî ne li mal bû.

Hêjaye gotinê ku Çekdarên PYDê Endamê  Komîteya  Navçeyî  ya PDK-Sê Mihemed Se,dê jî Bi girûpeke Ҫekdar û çav veşartî , ji mala wî ya girkêlegê  ew Revandin,di êvara Duşemê de,û berê wî dane Cihekî nediyar  û  ta vê demê  tu zanyarî li ser tineye.

Her weha Çekdarên PYDê Duh SêŞemê , li ser riya Dirbêsiyê ,bi girûpek Ҫekdr Endamê Komîteya  Navçeyî  ya PDK-Sê  Ferhan Zelfo jî  Revandibûn.

E,U