2017-08-24
Rojava News: Jêderikê ji navçeya Reco ya ser bi bajarê Efrînê ve ji Rojava News re eşkere kir ku, PYDê di bin navê perwerdeya nîşanvaniya li ser çekan, li gundên Efrînê xort û kaçên kêm 18 salî direvênin û tevlî refên xwe dikin.
Li gorî wê jêderê, li gundê Qude yê ser bi navçeya Reco ve rêxistina“Star” di bin navê rahênan û perwerde ya fêrbûna nîşanvaniya li ser çekan, keçeke bi navê Şazye Ehmed ku temenê wê 15 salî ye ji gund revandin û bê raya dê û bavê wê keçê, ew tevlî refên xwe kirin.
Wê jêderê da zanîn, bavê keçê hewl da,ku karibe keça xwe bibîne û vegerîne malê, lê wî nekarî keça xwe bibîne û ne jî ti çare nedît. Lê hewlên wî berdewamin,bo bikere keça xwe ya 15 salî ji nava destên wan derxîne.
Hêjayî gotinê ye,ev ne cara yekem e xort û keçên temen biçûk jî tên revandin û tevlî refênYPGê û YPJê tênkirin. Berî mehekê jî li gundê Qêsim keçek 13 salî ya bi navê Meryem Ebdîk hat revandin û ta îro çarenivîsa wê ji malbata wê re ne dîyare.
Kiryarên PYDê yên wek sepandina baceyên giran, leşkeriya neçar û revandina keç û xortên Kurd yên kêm 18 salî di bin sedem ku civaka Kurdî were têkdan û metirsiyê di nava malbatên Kurd de tîne holê, ku dibe sedem ku xelkê Efrînê ji herêma xwe koçberbibin.
Qadî
