1:13:42 PM
RojavaNews: Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê daxuyaniyek li Ser Berdewambûna Girtina "Alan Ehmed "Peyamnêrê Tora Yekîtî Mîdiya Belavkir ,û ev Naveroka wêye:
Di daxuyaniyekê de ji Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê Neberdana "Alan Ehmed" Peyamnêrê Tora Yekîtî Mîdiya ta vêdemê şermezarkir ,piştî bi dawîbûna dema siza wî,yaku saleke sax mayî ,di tawaneka bi qêrîn li ser Rojnamevan û Azadiya gotin û karê Rojnamevanî de hatiy kirin.
Berdewambûna desteserkirin û girtina Peyamnêr Ehmed ,ti bendên yasayî ku rêbide Rêvebiriya Xweser a Demukratîkji ji grtina wî re tineye,tevî ku tu berpêk ji vê girtinê re ne hatina pêşkêşkirin.
Em wek ku Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ,di dema ku vexwendina pêwîstiya rawestandin û girtina Rojnamevan û Çalakvanan dikin ,tekeziyê li ser Desthelatên Rêvebiriyê bi Pêwîstiya pêkanîna peymana Rojnamegeriyê û baweriya yasayên Ragihandinê dikin,ku garantiya parastina Rojnamevan û azadiya kar û negirtinê bike.
Her weha em ji rêxistinên Mafên Mirovanan yên Cîhanî- Rêxistinên Mafê Mirov yên Kurdî-û Yekîtiya Rojnamevanên Navdewletî dikin da fişarê li ser wan bikin ,jibo bilez " Alan Ehmed "serbestberdin .
E.U
