Feysel Ismayîl: PYDê Pirojeya Mihemed Teleb Hilal bicî têne

Feysel Ismayîl: PYDê Pirojeya Mihemed Teleb Hilal bicî têne

7:57:14 PM

RojavaNews: Feysel  Ismayîl Endamê komîteya Rawêşgêrî ya PDK-Sê di lêdwaneke teybet de  ji RojavaNews re Ragihand:"Piştî şînbûna hestê netewî yê kurdî li Kurdistana Sûriyê ,û di encama pêxistina Şoreşa kurdî li Başûrê Kurdistanê bi Serokatiya Nemir Mele Mustefa Barzanî ,Mihemed Teleb Hilal pirojeya xwe ya şofînî pêşkêşkir ,û dijatiya hemî bendên  mirovî kir bi 12 bendan, jiber zextekê li kurdên Rojavayê Kurdistanê bike,û  ji parçeyên kurdistanê yên din veqetîne

Piştre Be,sî li vê pirojê bûne xwedî  û piştre Hikûmetên li peyhevhatî ,dest bi pirojayê kirin û ew bend bi cî anîn  ,bi Amareke tebet bi Parêzgeha Hesekê,û li ser vê bingehê 20 Hezar(20 000) malbat bê Nasname kirin,piştre Şofînistê din Ebd El-Hemîd Sîracedîn gihişte Serokatiya Wezaretê li Şamê ,Sala 1966an ,û di Sala 1973an  dest bi Zinara Erebî ya qirêj hate kirin ,ji wê demê ve hikûmetên Sûrî yên li peyhevhatin û li gora rewşa navdewletî derfet ji wanre çênebû da zinarê  pêkbînin".

 

Ismayîl daxuyanî"Piştî destpêkirina Şoreşa Sûrî û dengên xortê Sûriyê hate hildan bi hilweşandina RêJîMê û Guhertina wê bi Rêjîmeke Dmukratîk ji Sûriyê re,miletê Kurd Mtmay ma dema ku Rêjîma Sûriyê herêma Kurdî bê teqîna tifngê da PYDê baskê PKKê li Sûriyê bi awakî nerim ,ji wê demê ve PYDê li Şûna Rêjîma be,sa Sûrî bendên pirojeya Mihemed Teleb Hilal bend bi bend  bicî tênê" .

her weha Ismayîl berdewam kir " di destpêkêde Hêzên Parastina Gundên Erebên xemer û bargehên petrolê hate sazkirin ,di ber rêjîmê de wek karekî bi pere,ta bi ferzkirina Rêbazên xwendina îdyolocîkirî ,ku piraniya Kurdan jê direvin  û wê naxwzin , herweha nifşekî sax bê xwendin jî hiştin,tevî zexta ku li ser malbatên kurd yên welatparêz kir û ew kirne der ,bi teybet Serkirdeyên Ҫalak li ser xakê ,dorpêçkirina Herêma Kurdî û êxistina xortên Kurdan di Şerekî de ,tiştekî kurda di navde tineye, lê tenê jibo xizmeta rêjîma sûriyê û berjewndiyê wê di azadkirina deverên jibin kontrola wan derketî û vegerandina wan ji rêjêma Esed re"

"bi vêyekê kiryarên ku 50î Salî Rêjîmên Sûriyê nikarîbû di herêmên Kurdî de bike ,PYDê ji wan re pêkanî,dawiya wan Rêjeyên hilbijartinêne ku niha herêma kurdî pê dabeşkirye li gor Şofînîstên nû bi destina navê kurdîniyê li xwekirine ,kurd jî jiber vê rêjeyê matmay mane ,jiber tu rastiya wê tineye".

"û her kes li rojavayê kurdistanê rêjeya birayên me yên Fileh ji Kildû Aşûriyan nasdike,nexasim Ҫaçan ,gelek kurdên me hene bi wan jî nehisane,di gel rêzgirtina min ji wan re ,lê ew tev çend gondekin li Parêzgeha Hesekê ne zêdetir.

E.U