Zilaman ji bona Ozgecanê perûk dan serê xwe!

Zilaman ji bona Ozgecanê perûk dan serê xwe!

Rojava News:  Li bajarê Amedê, kuaforên zilam perûk (pirça destkird) dan serê xwe û kuştina keça kurd Ozgecan Aslan şermezar kirin.

 

Komek kuafor û zilamên endamên Odeya Kuaforan a Amedê îro li avahiya Komeleya Rojnamevanên Başûrêrojhilat (GGC) kuştina keça kurd Ozgecan Aslan şermezar kirin.

 

Serokê Odeyê Cemîl Degirmencî li wir daxuyaniyek da û diyar kir ku ew kuştina jinan şermezar dikin û got, tundiya li dijî jinan tenê pirsgirêka Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nînw lê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê jin were rizgarkirin.

 

Degirmencî di dawiyê de wiha got: “Eger tundiya li dijî jinan mêrantî be em ne mêr in!”

 

Zilamên ku tevlî çalakiyê bibûn, perûk dabûn serê xwe û bi vî rengî kuştina Ozegecan Aslan û tundiya li dijî jinan şermezar kirin.