2017-08-25
Rojava News: ”Vienna”, Şandek ji Partiya Dîmoqrata Kurdistan –Sûriya Duh di 24/8/2017an serdana endama parlementa Nemsa Bêrîvan Eslan li paytextê Nemsa (Vienna) kir.
Şande bi serokatiya Feysel Neso, endamê komîteya navendiya Partiya navborî û Dewran Beşar, Mihemed şerîf Remo û xebat simo pêkhatibû.
Axaftin di navbera herdu aliyan de li ser rewşa Kurdistana Sûriyê u îraqê ,piroseya rêfirendoma herêma Kurdistanê û danûstandinên cinêvê di navbera opozisiyona Sûriyê û rêjîmê hat kirin.
Endama parlementoya Nemsa, Bêrîvan Eslan ragihand ,ku wê piştevanî û piştgiriya xwe ji proseya refirendomê li herêma Kurdistanê û siyasetên PDK-Sê tekezî kir.
Herwiha, birêz Bêrîvan ragihand ku, ji ber ev sed saliya a dewleta Kurdiye, divê Kurd bi yek helwêst li ser serxabûna Kurdistanê kar bikin.
Hêjayê gotinê ye ku ew amedeye piştevanî û piştgiriya xwe ji PDK-Sê re çi li Ewropa û parlementoya yekîtiya Ewropa pêşkêşbike.
Endama Parlementoyê li dawiya axaftina xwe de, ji şanda PDK-Sê re wiha got:” girînge danûstandin berdewambin da ku karibin helwêst û nerînên xwe ji dewletên Ewropî re li ser doza Kurdî û Sûriyê şirovebikin”.
Qadî
