PYDê... binpêkirina mafên mirovan li çiyayê Lêlûn bikar tîne

PYDê... binpêkirina mafên mirovan li çiyayê Lêlûn bikar tîne

 

2017-08-25

 

Rojava News:Jêderikî taybet  ji çayê Lêlûnê ji Rojava News re ragihand derbarê binpêkirina PYDê mafên mirovan li devera  çiyayê Lêlûn ser bi bajarê Efrînê ye ku bi darê zorê baceyên alikariyê yên tund ji xelkê distînin û  mal û milkên xelkê  bi darê zorê desteserdikin.

Li gorî wî jêderî PYDê ew mal û cihên xelkê ku bi zorê û bi hiceta li derveyî Rojava ne desteserkirine û ji xwe re kirine bargehên leşkeriyê  û embarên zexêrê ku ew  ji aliyê bajarokê Nubil û Zehraa yên şêî  ve qutnabin.

Herwiha, û li gor wî jêderî  kesek  nikane nerazîbûna xwe xûyabikê li dijî kiyarên PYDê yên teror, ji ber di navbere xwe de eşkere dibêjin eger kî nerazîbûna xwe xûyabikê û li dijî rêveberiyê  bixebitê  ew xayîne û tawana  wî ya kuştine, koçberkirine û yan jî zîndana reş e ku navê wê  (Ziriyqat)e ya qirêj ser bi hêza dijî terorê ve ye ku li nêzî gundê Basilê li aliyê bakûr ve hatiye  duristkirin û xelk tê de rastî eşkence û lêdanên hovane dibin.

Hêjayî gotinê ye û li gor gotina wî jêderî "nişteciyên çiyayê  Lêlûn  bang li Rêxitinên Mafên Mirovan yên Kurdistanî û navdewletî dikin serdana zîndanên PYDê û hevdîtinan ligel wan bikin ku karibin rewşa wan ji nêzîk ve bişopînin". 

Qadî