6:09:38 PM
RojavaNews : Îro Şemiyê 26ê Tebaxa 2017an
li Qada" Haymarkit"li Kolina Elmanî ,Şanedeke Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê ENK-Sê bi Serokatiya Ibrahîm Biro,beşdarîFestîvala Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê bûye.
Şande bi Serokatiya Ibrahîm BiroSerokê Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê di gel Ebd El-Kerîm Hacî Serokê Nûneratiya Ewrupa ya ENK-Sê Kajal Derwîş Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Giştî û Iqbal Dawd Endamê Nûneratiyê pêk hatiye.
Kajal Derwîş Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Giştî di Nûneratiya Ewrupa ya ENK-Sê di lêdwaneke teybet de ji RojavaNews re Ragihand:” Me beşdariya xwe diFestîvala Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê bi awakî gelek baş di komîteyên birêvebir re kiriye,amadebaşiyeka jêre hatiye kirin ,û emê bi hemî kar û hêza xwe hewlbidin da ev vestîval bi serkeve,jiber ev Erkekî Niştimaniye li ser her kurdperwerkî" .
Festîvalê bi Sirûda netewî ya kurdî Ey Reqîb ,li ser can û rewanên Pakrewanên Kurd ûKurdistanê û li Pêşiya wan Barzaniyê Nemir dest pêkir,piştî ku bixêrhatina amadeyan hate kirin.
Di destpêkê de Akif Hesen birêveberê Komîteya bi Rêvebirya Vestîvalê gotinek da ,di gotina xwede got:" niha demhatiye da em hêlîneke xwe ya kurdî Ҫêkin ,û em xwedî înanin bi vê roja pîroz ,wê Rojek werê ku dîrok bêje :li vir ,li kolina Elmanî ,nîzî Ҫemê" Raynê" Kurd derketin û li hev civîn bi yek dengî gotin :bijî serxwebûna kurdistanê ,bijî barzanî,bijî Pêşmerge ".
Dûvre Salar Kerkûkî nûnerê serok barzanî Gotina Serok Barzanî ku nameyek bû ji Kesên amade re xwend :
"Silav û rêz ji we hemiyan re ,kurdên birumet û kurdperwer,piştgêrî û hestên we yên netewî pîrozin û cihê rêzgirtinê ye,dengê xwe bidin serxwebûna kurdistanê .
bidin Pakrewanan,Kurdistan qet namîne di newalan de,lê wê berê xwe bide Azadî û Serxwebûnê",û her weha helwêsta kurdistanê li ser Rêfrandomê û peywendiya wê bi bexdayê re da xuyanî.
Civaka Sivîlava Dibin Diruşmên ..Vestîval Dengê teye-EvRoj Roja Kurdane ..Kurdên Ewrupa Vexwendin û Pêşkêşkirina vê Çalakiyê li ser rûpela xwe di Torên Pêwendiyên Civakî de Ragihandibû berî niha,
Festîvala Serxwebûna Kurdistanê niha tê xemlandin bi amadebûna nîzî 30 Hunermendên Kurd ji her 4 parçên Kurdistanê, û ji demjimêr 1ê nîvro ve destpêkirye û hêjî berdewame.
Elî Umer
