1:34:39 PM
RojavaNews: Duh Şemiya 26ê Tebaxa 2017an ,Li kolina Elmanî nîzî Çemê Rayinê,di Mestirîn Festîvalê Kurdistanî jibo piştgêriya Rêfrandomê li Başorê Kurdistanê,nêzî 20 hezar Kurd ji her Çar parçên Kurdistanê li Qada Haymarkt ê li hev Civîn û bi yek hest û dengî dengê xwe hildan û gotin :” Belê jibo Serxwebûna Kurdistanê”.
Peyama Serok Barzanî ku Salar Kerkûkî nûnerê serok barzanî xwend wek nameyekê bû ji Kesên amade re,coş û heyecaneke mezin di nav beşdaran de kir,û dengê wan hate hildan û wê demê Qada Haymarkit ê bi kurdî peyv da.
Kesên Şirovekar di nav wande hin Şirovekarên Kurd dibêjn ku Festîvalê Armanca xwe pêkanî,ev yek ji aliyê Akif Hesen birêveberê Komîteya bi Rêvebirya Vestîvalê ve hate tekezkirin wek ku raghandî di Medyayên Kurdî de,û yek ji tiştên balkêş jî hatina Revenda Kurdî ji dewletên din yên Ewrupa bû wek Belcîka,Ferensa,Holenda,Siwêsra û dewletne din jî,her weha beşdariya Hunermendên her Çar Parçên kurdistanê bû .
Hêjaye gotinê ku ji Duh Nîvro ve ta niha ,Malper û Rûpelên Peywendiyên Civakî bi tyeybet" Facebook” bi wêneyn Kolinê û Siloganên piştgêriya Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê Hatiye Xemlandin û her kurdistaniyekî di rûpela xwe ya kesayetî de hasten xwe yê netewî wek “Bijî serxwebûna Kurdistanê,bijî Serok Barzanî û bijî Pêşmerge" belavkirye.
Peyama kurdistaniyan li Ewrupayê ji Cîhanê re got: her Kurd perwerek Serxwebûna Kurdistanê dixwaze û Em piştgêriya Xwe bi Serbilindayî dikin.
Elî Umer
