11:02:56
Rojava News: Jêderikî ji bajarê Efrînê, ji RojavaNews re ragihand: “ku PYDê li nav bajarok û gundên Efrînê gefên xwe di riya agahiyan re belavdikin, û bi darê zorê xelkê rakêşî hilbijartinên Comînan bikin, û her yek neçe, wê cezayê xwe bibîne û rastî lêpirsînê were”.
Wî jêderî xuyakir û wiha got:”Eger xudiyên kargeh û dukanan hibijartinên Comînan baykut bikin, ewên rastî lêpirsînê werin û kargeh û dukanên wan bên girtin û xudiyên wan piştî hilbijartinan ê bibin cihê lêpirsînan.
Herwiha, û li gor wî jêderî, ku PYDê ne cara yekê ye kiryarên xwe yên terorê li ser xelkê Efrînê bi darê zorê ferzdikin û ne tenê standina baceyên giran ji xelkê ku berê Efrîn ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin, lê belê di her boneyek partiyana de û bi taybet di xwepêşandanên xwe de kiryarên xwe yên terorê bi darê zorê li ser xelkên perîşan ferzdikin.
Hêjayî gotinê ye, ku PYDê van dezgehên comînan ji xwe re bi kartînin, ne jibo aliîkariya xelkê ye, lê belê bûye cihên gendelî û sêxuriyê ye û bûye şûrek li ser milên milet bi kar tînin û ti kes nikane kar û çalakiyên xwe yên rojane û bi taybet Partiyên ENKSê di nav miletê xwe de bi azadî kar bikin.
Qadî
