12:01:10 PM
RojavaNews: D.Ebd El-Hekîm Beşar Got : Aldar Xelîl Û Salih Muslim ji Rêjîma Sûriyê bazday bûn ,û bi tawanên Cinayî Dadgehkirîne,Aldar û birayê xwe welatiyek kujtine,ji ber wê Aldar bi 20 salan û birayê wî bi 15 an Dadgehkirîne.
RojavaNews:di simînareke siyasî de ku Rêxistina" Pirsê Medya” dibin Serdêra (Rewşa Sûriyê wekî xwe) Roja Şemiyê 26ê Tebaxa 2017an di Hola Simînaran de li Xewgeha Çarçira li Hewlêr Rêxistin kiribû,
D.Ebd El-Hekîm Beşar Endamê Desteya Bilind ya Danûsitandinan ya Sûrî,Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demukrata Kurdistan-Sûriya di nav hejmarek ji Rojnamevan û Rewşenbîrên kurd de ,di Simînara xwe de li ser rewşa şoreşa Sûriyê û helwêstên Navdewletî derbarê Şoreşê ,û rewşa Kurdistana Sûriya di vê demê de axifî ,û mixabiniya xwe derbarî guhertina hin Dewletên Dost ji Miletê Sûriyê re da xuyanî,û li ser destpêka avakirina PYDê û çêkirina wê ji yaku tê binavkirin Rêvebiriya Xweser,û Siyaseta wê ya Şaş û Kesên wê birêve dibin , wek e Aldar Xelîl Û Salih Muslim ku ji Rêjîma Sûriyê bazday bûn û bi tawanên Cinayî Dadgehkirîbûn.
Beşar di Simînara xwede Hatin û anîna Erebên Himis û Hemayê ji Qamişlo re û bicîbûna wan têde destnîşan kir,ku ya balkêş têde Nifosên xwe vedguhêzên e Qamişlo ,Ev Yek jî cihê metirsiyeke mezine dibin sîwana Rêvebiriya PYDê de.
Her weha di berdewambûna gotinên xwede Beşar got”Nîvê Nişteciyn Qamişlo ,Amûdê û Efrînê niha Bûne Ereb ,jiber kiryarên PYDê yên Rêbazkirî ,di dema Şandekirina Erebên bazdayî ji deverên nîzîk ve.
E.U
