28/08/2017
Rojava News: Li Efrînê, PYD bi darê zorê dest datîne ser malên kesên koçber bûye û wan malan ji bo berjewendiyên xwe xwe bikar tîne.
Jêderekî ji gundê Çeqilme yê ser bi navçeya Reco ve ji Rojava News re ragihand: ”PYDê bi riya du endamên PDK-Sê re Cemîl Sîdo agahdar kirin, divê ew mala kurê xwe Mihemed vala bike.
Li gor wî jêderî, Mihemed Cemîl ji ber kiryarên PYDê yên terorî du sal in koçber bûye û çûye Alemanyayê û birayê wî di mala wî de niştecî bûye, lê PYDê biryar daye, ewê bi zorê mala wî vala bikin û desteser bikin.
Cemîl Sîdo ku kesayetiyekî Kurdperwer û welatparêz e, di salên heftê yên sedsala borî de bo beşdarî kongreyeke PDKê bibe çûbû başûrê Kurdistanê û ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû girtin û demekê di zîndana “Nihayê” de mabû, lê bi alîkariya Mela Mistefa Barzanî hatibû azadkirin.
Ev ne cara yekê ye, malbata Cemîl Sîdo ji aliyê PYDê ve rastî kuştin û binçavkirinê tê, di 17/03/2013an êrîşeke hovane birin ser vê malbatê û neviyê Cemîl Sîdo, Şervan Sîdo di êrîşê de şehîd bû û çend ji malbata wî hatibûn binçavkirin.
Qadî
