2017-09-01
RojavaNews:Hêzên Mertala Furat ên li bajarê Ezazê, gundê Kefer Cenê didin ber topan, di encamê de gelek ziyanên madî hebûn, lê kuştî û brîndar tinebûn.
Jêderekî ji gundê Kefer Cenê ji Rojava News re ragihand, şeva bihûrî hêzên Mertala Furat ên li bajarê Ezazê, gundê Kefer Cenê bi 4 topan armanc kirin, yek ji wan muşekan li nava mala bavê Dr. Rêzan Hemdoş ketibû.
Li gor jêderan ev şeva siyeme ku bajarê Efrînê û gudewarên wê rastî topbaranan tên ji aliyê Artêşa Tirkiyê û Girûpên îslamî yên ser bi artêşa Tirkiyê ve,di encama topbarana li ser bajarê Efrînê 7 welatiyên sivîl birîndarbûn, lê topbarana li ser gundê Kefer Cenê gelek ziyanên madî li ser milk û malên wî gundî hebûn.
Herwiha, li gor rêkeftinekê di navbera YPG û Rûsiya de berî çend rojan hêzên Rûsî li bajarê Til Rif,etê bicih bûne ku li gor rêkeftinê ji erkê Hêzên Rûsî ye, parastina ewlehiya herêma Efrînê û devera Şehbayê bikin.
Qadî
