9:59:28 AM
RojavaNews :Rêxistina Kampa Qoştepe ya PDK-Sê ,duh sêşemê vexwendinek e giştî belav kir û ragihand ku ewê roja Înê 8ê meha 9an 2017 ahingekê jibo piştevaniya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, demjimêr 6ê êvarî li qada newrozê ya nîva kampê li dar bixe ,
Ev vexwendin “ copiyek“ jê gihşte destê RojavaNews ku têde hatiye :
Bi beşdarbûna hejmarek ji hunermendên navdar yên Rojavayê Kurdistanê wê ahnig were xemlandin û bi rêve biçe,nav jî evin :
-Se,yîd Gabarî
-Azad Dîlanî
-Ebd El-Qadir Silêman
-Bengîn Neso
-Umer Mihemed
-Azad Yûsif
-Dilocan
-Mihemed Lomo
Her weha wê Koma jiyan ya huner û filklorê kurdî –Koma Partî Demukratî Kurdistanî –Sûriya Rêxistina kampa Qoştepe amade be ,û hin dîlanên filklorê kurdî pêşkêşbike .
Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi van ahingan dibêjin : eger em nikarin dengdanê li ser sindoqan bidin ,emê bi van ahing û festîval an li her cih û deverî dengê xwe têde hildin û bilind bikin da bi yek hest û destî bêjin :Em bi dil û canê xwe bi serxwebûna Kurdistanê û Serok Barzanî re ne.
Ev yek roja yekşema bihûrî li parka şaneder diyarbû bi beşdarbûna hezaran ji endam û alîgirên PDK-Sê ,lê vê carê kampa qoştepe jî amadebûneke mezin kirye da ahing serkeftî be û nameya bighînin .
E.U
