Efrîn… PYDê hunermendê gelerî zîndankiriye
Efrîn… PYDê hunermendê gelerî zîndankiriye

Efrîn… PYDê hunermendê gelerî zîndankiriye

 

 

2017-09-10

 

RojavaNews: PYDê li Efrînê hunermendê gelerî (Eslan Can) berî mehekê revandin û birin cihekî ne diyar û zîndan kirin.

 

Li gor jêderekî ji malbata hunermendê  gelerî Eslan Mihemed Çolaq (Eslan Can) ji RojavaNews re ragihand: “PYDê li Efrînê ji berî mehekê hunermendê gelerî Eslan Can revandin û xistin zîndanê ku wî karibû keça xwe ji nav destên PYDê azad bikire û bi alîkariya kurê xaleta xwe  û derbasî paş sînor ji aliyê Tirkiyê ve bikire.

 

Li gor ku jêder tekez dike: “ PYDê  hunermedê hêja  xistine zîndanê û ta îro roj çarenivîsa wî ne diyare û lê pisîn ji hêla malbata wî bedewane ku her omîda wan azad kirina wî ye.

 

Herwiha, PYDê ne cara yekeme ku keç û xurtan direvînin û dibin leşkeriya neçar ji bo Reqayê û Dêre Zorê û didin ber darê kuştinê ku tiştê Kurda têde nine.

 

Hêjayî gotinê ye, ku PYDê bi van kiryarên xwe yên terorê ji revandina keç û xurtan binçavkirina xelkên sivîl  di zîndanên xwe de cihê pirsê û zermezariyê ye ku  bibe sedem niştciyên Efrînê berê xwe bidin derveyî Efrînê.

 

Qadî