PYDê bêhtirî bîst rojan kadiroyê PDK-Sê binçav kiriye û çarenivîsa wî ne diyare
PYDê bêhtirî bîst rojan kadiroyê PDK-Sê  binçav kiriye û çarenivîsa  wî ne diyare

PYDê bêhtirî bîst rojan kadiroyê PDK-Sê binçav kiriye û çarenivîsa wî ne diyare

 

08:47:05

 

RojavaNews: Çekdarên ser bi PYDê ve berdewamin bi binçavkirina  endam û kadiroyên siyasî yên  Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya  û çarenivîsa wan ne diyarin, Mihemed Seîd endamê Komîta herêmî ya PDK-Sê yek ji wan kadiroyên  revandiye  û ta roja îro ew binçavkiriye û çarenivîsa wî ne diyare.

 

Sedî gelek caran astengî  û lêdan ji aliyê ewlehên rêjîma Sûriyê li Rimêlanê dîtiin.

 

Piştî congira yekbûnê di 2014a de bi dawî hat, çekdarên PYDê, derbasbûna wî ji Herêma Kurdistanê  qedexekir bo bajarokê xwe, Girkê Lekê, li Kurdistana Sûriyê di bin hiceta ew qedexeye ku derbasî xaka Kurdistana Sûriyê bibe, û hewil dan desteserkirina mala kurê wî Feysel  ji ber Pêmergtetiya wî di pêmergên Roj de.

 

Sedî  ew ê  yekem bû li xwepêşadanan li dijî rêjîma Sûriyê rabûbû.

 

Pir caran çekdarên PYDê êrîş bi ser mala Sedî de birin, lê ew li derveyî malê bû, û di şeva 21/8/2017a de êrîş bi ser mala wî kirin û ew revandin û ta îro roj çarenîsa wî ne diyare.

 

Mihemed Sedî, bavê Feysel jê re dibêjin , li gundê Al-Qosê di sala 1961 ji dayîk bûye ser bi herêma Alyan ve ye li devera Çel Axa, û di sala 1981an de ketibû  nav Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya û pila wî di edametiyê de  gîhabû  ta asta endamê Komîta Herêmî.

 

Hêjayî gotinê ye, bi dehan endam û kadiroyên Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûtiya û Encûmana Niştimaniya Kurdî ta îro roj çarenivîsa wan ne diyarin.

 

Qadî