13:14:49
RojavaNews: Nivîsgeha ragihandinê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li Efrînê li ser berdewamiya girtina hevalê serkirde Ebdulrehman Apo daxuyaniyek belavkir.
Ji bilî bêtirî du heyvan di ser girtina hevalê partiya me Ebdulrehman Apo di 12/7/2017an derbasbûye, û bi boneya girtina hevalê me Ehmed Sîdo ji pêşiya mala wî di 10/9/2013 li Helebê li taxa (Şêx Meqsûd) û hin hevalên din û bi taybet heval parêzer Idrîs Elo ji aliyê PYDê ve hatine girtin, û em nûjentî û wefedariya xwe ji wan hevalên girtî û tekoşîna xwe ya aşîtane berdewamin û em desthelata PYDê ya dêfekto û ya bi navdikin emîndariya hundirî berpirsiya PYDê li ser aramiya hevalên me yên binçavkirî û revandî dikin, û banga me ji hemo rêxistinên mîrovahî û civîl û aliyên mafnas yên hundir û derve dikin ku zext li ser kesên tawanên revandin û girtinê kirine bi lez wan azad bikin û daxweza me ji her kesekî ku rûmet, azadî, aramî û teduristiya civîlan bi wî buhaye ku dengên xwe li hember PYDê blind bikin û kiryarên wan şermezar bikin.
Efrîn di 10/9/2017 Nivîgeha Ragihandinê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li herêma Efrînê.
Qadî
