1:14:57 PM
RojavaNews :Di bin diruşma :Belê JI bo Rêfrandomê
Encumena Partiyên Kurdistanî li darxistina ahinga “Belê Jibo Rêfrandomê duh ragihand ,ku wê roja Şemiyê li biroksilê peytexta Belcîka ,di 16ê vê mehê demjimêr 1ê nîvro ,li qada Şoman ,li pêşiya perlemana Ewrupî wê meş û ahingekê li darbixe, û ev yek di vexwendinekê de li ser rûpela xwe ya fermî li ser maperên peywendiyên civakî “ facebook“ ê belavkir.
Encumenê ji revenda Kurdî li Ewrupayê xweste ku beşdariyeke çalak û hêjayî vê buyera kurdî ya dîrokî hebe.
Ahing wê bi beşdarbûna hunermendên Kurdistanî :
" Nîzamedîn Arîç "Feqehê Teyran
Xêro Ebas
Mihemed Eşref
Koma Nojîn
Wê geş bibe û bi rêve biçe .
E.U
