2017-09-14
RojavaNews: Şandek ji Encûmena Nîştimaniya Kurdî ji van birêzên pêk hatibû Îbrahîm Biro, serokê encûmenê û Kemîran Haco, serokê mekteba pêwendiyên derve yê encûmenê û Hewas Sedun endamê desteya hemahengiya niştimanî ya Sûrî di 13/9/2017 li balexana Yekîtiya Ewripî li Broksilê hevdîtin bi berpirên ji Yekîtiya Ewripî ji birêzên pêk hatibû Betrîk Kastêlo serokê beşê Rojhelata Navîn yê karûbarê derve û birêz Maykil Mîlir serokê beşê Rojhilata Navîn û birêz Lare şandeya Yekîtiya Ewripî li Sûryê û jimarek ji alîgir û rawêjkarên di beşên cude de yê Yekîtiya Ewripî kirin.
Gengeşe li ser kongira Riyadê wê ji nêzîk ve lidarkeve, û rêyên alîkariya aramiyê li Kurdistana Sûriyê hate kirin.
Şanda Encûmenê di dema hevdîtinê de tekezî ji nerîna Encûmena Nîştimanî Kurdî li ser piraniya kêşeyên siyasî li qada Sûrî bi gelemperî û Kurdistana Sûriyê bi taybet hate kirin, û ji aliyên xwe ve berpirsên Yekîtiya Ewripî yên ku bi wan re hevditin kirine, giringiya serdana şanda Encûmena Niştîmanî Kurdî bo Broksilê û di dem û rola wê de di nav refên Opozisyonê de û alikariya wan di vê warî de bi cibicîkirina pirensîpên jiyana hevbeş.
Nerînên herdu aliyan li ser piraniya kêşeyan yên hatibûn li ser gengeşekirin wek hevbûn, û tekezî bi berdewamiya piştevanî ji xebatên ku dide nîşan bi serketina proseya siyasî li Sûriyê.
Di 12ê vê mangê de şanda Encûmena Niştîmanî Kurdî bi Navenda Ewripî ya vekolînan hevditin kirin, û gengeşe li ser berdewamiya hemehengiyê û karê hevbeş li ser kêşeyan hate kirin.
Qadî