12:07:51 AM
RojavaNews :Duh êvarî 14ê Eylûna 2017an , Rêxistina Kampa Giwêlan ya PDK-Sê ahinga piştevaniya giştpirsiya serxwebûna herêma Kurdistanê di nava Kampa Giwêlan de li darxist ,
Bi beşdariya Encumena Niştimaniya Kurdî ENk-sê,û endam ,serkirde û alîgirên Partiya Demukrata Kurdistan-Sûriya , Rêxistina Kampa Giwêlan û navçeya hewlêrê û şanda nivîsgeha peywendiyên niştimanî ya PDK-Sê li herêma Kurdistanê,Şandek ji Partiya Demukrata Kurdistana -îraqê PDK ,rêvebiriya dezgeha xêrxwaziya Brzanî û asayîşa kampê ,ahingê bi sirûda netewî ya kurdî ey reqîb dest pêkir.
di ahingê de hejmarek ji hunermendên navdar yên Kurdistana Sûriyê amade bûn, û rola xwe di geşbûna vê ahingê de leystin,bi deng û sitranên xwe yên netewî û ,hestên kurdîniyê belavkirin , û nameya gelê kurd bi piştevaniya serxwebûna herêma Kurdistanê dane xuyanî, ji wan hunermendan :Seyîd Gabarî -Azad Dîlanî- Dîlma Sofî û hejmarek din ji hunermendên ku ahing kirine dîlan û şahî ,û wêne û siloganên Serok Barzanî li asîmanan vedeng dida.
E.U
