ENK-Sê Daxuyaniyek li ser revandina bi dehan alîgirên xwe li ser destê milîşeyên PYDê belav dike
ENK-Sê Daxuyaniyek li ser revandina bi dehan alîgirên xwe li ser destê milîşeyên PYDê belav dike

ENK-Sê Daxuyaniyek li ser revandina bi dehan alîgirên xwe li ser destê milîşeyên PYDê belav dike

10:10:49 PM

RojavaNews :Encûmena Niştîmanî ya kurdî revandina bi dehan JI  alîgirên xwe li ser destê milîşeyên PYDê şermezar dike, û vê hilmeta revandinê bi hilmeteke terorîstkar ya bandeke çetegeriya terorîst binav dike,û daxuyaniyekê belav dike :

Daxuyanî

Encûmena Niştîmanî ya kurdî revandina bi dehan alîgirên xwe li ser destê milîşeyên PYDê şermezar dike, û vê hilmeta revandinê bi hilmeteke terorîstkar ya bandeke çetegeriya terorîst binav dike

 

Di çarçovê pêgavên zêdekirina dijminkariyê ya bipilankirî ya dibe li ser destê milîsên PYDê bi awayekî şêt û hovane, bi revandina çendîn endam û serkirdeyên Encûmena Niştimanî kurd û partiyê wê de, hevdem ligel amadekariyê Encûmenê bo sazkirina ahingan ji bo piştgiriya rêfrandomê ya çaverêkirî li 25'ê êlûna îsal ji bo serxwebûna başûrê kurdistanê bête encamdan.

 

Ku kiryarên revandin û girtinê yên milîsên pydê di van herdu rojan de tên di çarçovê zincîra wan hilmetên terorîst de yên li dijî gelê kurd û xebatkarên wê bi armanca tirsandina cemewarî gelê me û da ku rê bigire li pêşiya beşdariya cemwer di ahingên piştgiriya rêfrandomê de, ku ev roj wek roj û helkefteke dîrokî tê nîşan kirin li rex her kurdekî dilsoz.

 

Encûmena Niştimanî ya kurdî li dema van kiryarên terorîst û rêbaza bandekên diz û çetegeriyê yên milîtanên PYDê li dijî gelê kurd bi tundî riswa û şermezar dike, hevdem bangewaziyê dide hemû xemxwar û dilsozên doza kurd ku bi çalakî beşdar bibin di ahingên roja yekşemê de li roja 15.09.2017 z.

 

Ji Qamişlo û bê dudilî dibêjin Belê bo rêfrandomê Belê bo Serxwebûnê û serşorî û rûreşî ji çete û dagîrkeran re be.

 

Ev navên han navên wan xebatkarên hatine revandin ji aliyê PYDê ku wek barimte di girtîgehên wê de ne heta derxistina vê daxuyaniyê:

1- Behcet Şêxo endamê komîteya navendî ya partiya yekîtiya kurd /Tiltemer.

2-Ebdulqadir Welî endemê desteya serkirdayetiya partiya çepa demokrata kurd li Sûriyê /Amûda.

 

3- Bedran Misto endamê komîta navendî ya partiya Yekîtiya kurd li Sûriyê /Serêkaniyê.

 

4-Hemîd Elîko endamê komîteya navçeyî  ya partiya yekîtiya kurd - sûriyê /Serêkaniyê.

 

5- Ebdulhemîd Xelîl endamê komîta navçeyî ya PDK-Sê / Dirbêsiyê.

 

6- Ebdulmecîd Mûsa endamê komîteya navçeyî ya PDK-Sê /Serêkaniyê.

 

7- Mehmûd Ismayîl endamê komîteya navçeyî ya PDK-Sê û serokê xwecihiya ENKSê li bajarokê GirBawî.

 

8- Ebdulwehab Kermê endamê komîteya navçeyî ya PDK-Sê û serokê xwecihiya ENKSê li Amûdê.

 

9- Qasim Xelîl Ehmed endamê komîteya navçeyî ya partiya wekheviya kurd li Sûriyê û cîgirê serokê xwecihiya ENKSê li Tiltemer.ê

 

10- Mihemed Mihemed Emîn endamê serbixwe li xwecihiya ENKSê li bajarokê GirBawî.

 

11 Hisên Hac Ehmed endamê komîteya leq ya PDK-Sê li Tiltemerê.

 

12- Hewas Mehmûd endamê komîta leq ya PDK-Sê li GirBawî.

 

  1. 13. Ismayîl Emîn endamê komîta leq ya PDK-Sê/GirBawî.

 

14-Fehid Esed endamê serbixwe yê ENKSê / Amûda.

 

15- Mistefa Sinan endamê serbixwe ENKSê

16- Mihemed Şêx Beşîr endamê serbixwe yê ENKSê.

 

 17-Nezhan Ehmed endamê PDK-Sê / Girkêlegê.

 

18-. Berzan Şêxmûs rojnamevanê partiya yekitiya kurd li sûriyê / Amûda.

 

19- Izedîn Salih endamê komîta navçeyî  ya PDK-Sê.

 

20- Emar Bekir / Serêkaniyê.

 

21-Xalid Hacî endamê partiya yekitiya kurd li Sûriyê.

 

22- Idrîs Elî endamê PDK-Sê /Amûda.

 

23- Mihemed Hacî endamê PDK-Sê /Amûda.

 

24-Cîhad Elîko endamê partiya yekîtiya kurd li Sûriyê.

 

25-Şoreş Hemê endamê partiya yekîtiya kurd li Sûriyê.

 

26- Loqman Osê endamê serbixwe yê ENKSê.

 

27- Nûrî Ebdulbaqî Şêx Beşîr endamê komîteya leq ya PDK-Sê/GirBawî.

 

28- Ismayîl Sinan endamê komîteya navçeyî  ya partiya yekîtiya kurd li Sûriyê/Dirbêsiyê.

 

29-Elî Tengo /Serêkaniyê.

 

30-Izedîn Salih peyamnêrê Arta fm.

 

Azadî ji bo hemû endam û serkirdeyên ENKSê yên bi rumet , di girtîgehên PYDê de.

 

Qamişlo

15ê Eylûna 2017an

Sikirtariyeta Encûmena Niştimanî ya kurdî li Sûriyê.