Rêxistina Libnanê ya PDK-Sê bo piştgiriya rêfrandomê karnavalek li darxist
Rêxistina Libnanê ya PDK-Sê bo piştgiriya rêfrandomê karnavalek li darxist

Rêxistina Libnanê ya PDK-Sê bo piştgiriya rêfrandomê karnavalek li darxist

 

 13:09:31


RojavanNews: Doh li paytexta Libnanê û li qada pakrewanan, bi hezaran Kurdên li Libnanê li hev civyan û tevlî karnavala ji bo rêfrandom û serxwebûna Kurdistanê bûn di bin dirûşma erê ji bo rêfrandomê,  ku rêxistina Libnanê ya Partiya Dîmoqrata Kurdistan -Sûriya û bi beşdariya nûnertiya Libnanê ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî- Rojava hat lidarxistin.

Di karnavalê de nûnerê serok Mesûd Barzanî, Ehmed Şefîq Agha û endamê komîteya navendî ya PDK-Sê, Loqmqn Oso (berpirsê rêxistina Liibnanê) û du endam ji komîta navendî (yedek), Mihabad û Ebdulrehîm û nûnerên ji ber rêxistinên û hêzên siyasî li Libnanê û nûnerên ji ber Dêreya Encilîzî ya Kurdî li Libnanê beşdarbûn.

Ahing bi xulek bê deng li ser şanaziya giyana pakrewanên Kurd û Kurdistanê û sirûda netewî ya Kurdî (Ey Reqîb) û sirûda Niştimanî Libnanî dest pêkir.

Komên Hunerî ( Jîn,Serbestî, xwedevanên Efrînê û Pêşmerge) û koma Soz ya YXCDK-Rojava ji çand û keltûra Kurdî Pêşkêşkirin û helbstên netewî bi coşek bilind hate pêşkêşkirinû û bi heyacan û dengên bilind û bi yek deng erê  ji bo rêfrandomê.

Qada pakrewanan li Libnanê bi ala Kurdî (Ala Rengîn) û wêneyên nemir Mele Mustefa Barzanî hat xemilandin.

Li dawiya karnavlê de, berpirsê Dêreya Encilîzî a Kurdî li Libnanê nimêjek bi zimanê Kurdî pêşkêşkir ji bo rêfrandomê û hêviya wî ewe azadî û serkeftin ji  serok Barzanî û rêfrandomê re tê de xwest.

Hêjayî gotinê ye karnavala ku li Libnanê hatiye li darxistin ji bo pitevaniya rêfrandomê yekem kernavale li paytexa Erebî bi vê boneyê hat lidarxistin.

Komîta ragihandinê ya PDK-Sê (rêxistina Libnanê).

 

Qadî