1:27:14 PM
RojavaNews: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku heta niha ti biryarek derbarê paşxistina giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de nîne û got: “Me eşkere ji McGurk re got, ku dem ji bo giştpirsiyê guncayî ye.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji ajansekî Rûsyayê re derbarê referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de got: “heta niha ti biryarek li ser paşxistina referandûmê nîne."
Barzanî diyar kir, ku ji bo birêvebirina vê pêvajoyê Komîsyona Bilind a Giştpirsiyê hatiye sazkirin û da xuyakirin: "Divê ew komîsyon biryarê bide. Biryar jî ew e, ku roja 25ê Îlonê giştpirsî were kirin.”
Derbarê helwesta Amerîkayê ya li hember giştpirsiyê û bersiva serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê jî diyar kir: “Ya rastî Amerîkayê berî jî helwesta xwe ragihandibû. Serdana birêz McGurk jî ji bo ragihandina vê helwestê bû. Bi nêrîna wan dem ji bo giştpirsiyê ne guncayî ye. Me jî bi eşkere got, ku dem ji bo giştpirsiyê guncayî ye. Lewma nêrîna herdu aliyan di vê mijarê de cuda ye.”
Rûdaw
