11:35:33 AM
RojavaNews :Serokê Firansayê Êmanwêl Makron li ser giştpirsiya serxwebûna Herêma Kurdistanê helwêsta xwe eşkere kir û ragihand, "Firansa li hember proseyeke demukratîk nabe rêgir."
Makron ev helwêst duh Sêşemê 19ê Eylûnê di kungirekî rojnamevanî de li NewYorkê ragihand, di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdawê de li ser encamdana giştpirsiya serxwebûna herêma Kurdistanê û helwêsta Firansayê li ser vê mijarê diyarkir , ku Firansa li pêşiya proseyeke demokratîk nabe rêgir.
herweha Serokê Firasayêli gor rûdaw" daxwaza encamdana danûsitandina di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got, "ew naxwaze hikûmeta Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî lawaz bibe” û hêvî kir, ku “hikûmetek û hevsengiyeke siyasî hebe ku rêzê li hemû kêmîne û pêkhateyên Îraqê û bi teybet kurdan bigire".
Makron di berdewamiya gotina xwe de amaje kir, " Firansa bi gelê kurdên Iraqê re pêwendiyeke dîrokî heye, û pêwendiyên Firansa û Kurdistanê pêwendîne kevnar in û cihê rêzgirtinê ye".
E.U
