Newyork...Şanda Opozisyona Niştîmanî bi berpirsên derve re du hevdîtin kirin
Newyork...Şanda  Opozisyona Niştîmanî  bi berpirsên derve re du hevdîtin kirin

Newyork...Şanda Opozisyona Niştîmanî bi berpirsên derve re du hevdîtin kirin

 

 

1:17:19 PM

 

RojavaNews: Doh li Emerîka û li bajarê Newyorkê, Şanda Opozisyona Niştîmanî ji Riyad Hicab, Hekîm Beşar, Hesen Edulezîm, Bedir Camûs û Hind Qebewat pêkhatinû li Newyorkê bi berpirsên derve re hevdîtin kirin.

Li gor zanyariyên liba  Şanda Opozisyonê ji RojavaNews re ragihand: “ Şanda Opozisyona Niştîmanî ya Sûrî bi berpirsên derve re du hevdîtin kirin, a yekem hevdîtin di sibehê de bi Sekreterê Dewletê ji bo Pêşveçûn û Sekreterê Dewletê ji bo Karên Rojhilata Navîn ên Dewleta Brîtanî, birêz Elêstir Bêrt kirin û şandê tekezî li ser proseya çara siyasî di bin siha Neteweyên Yekgirtî de li Cinêvê û gotin em wan re beşdarin li dijê terorê û em li ser veguhaztina siyasî li Suriyê kardikin, lê ti cih ji mayîna Esed re wê tinebe û divê  ew û çeteyên li dora  wî  bi tewanên cengê û mîrovatiyê di dadgehên navdewletî yên taybet werin dadgehkirin, û  desteya  kar ji sîstemeke demoqratîk li Sûriyê, bi beçdariya  hemû pêkhatên gelê Sûrî li danûstandinê û li ser asta veguhaztinê di Sûriya nû de li ser bingeha  prensîba wekheviyê  li welêt.”

Wezîrê Birîtanî tekezî li ser piştevaniya Birîtaniya bo deteya bilind û pêwîstî kar bikin dijî terorê û çareseriya siyasî li Cinêvê û tekezî li ser helwesta Birîtaniya kir ku ti gihartin nine û ti carî mayîna Esed wek serokê Sûriyê bi heman stayl hukimdariya xwe û ti rola wî di paşejojê Sûriyê de nînie, lê Rûsiya bi mayîna wî girtiye û ew jî sembola  serketine Rûsyayê ye  û em li ser qebûlkirina Rûsa ku mayîna Esed wek mayîna tewanê ye ku Esed sembola wêye didin.

Şanda Opozisyonê Civîna duyem di êvarê de hevdîtin bi serokê Firansa Birêz Makron re kirin, û  Hicab tekezî li ser heman nerînên dawî kir û wê li Sûriyê hemi beşdarbin bo avakirina Sûriya nû ji hemi pêkhatan, ji Suna, Şî,ya, Ereb û Kurd û ji Misilman û Xiritiyanan çêdibû,  û divê Sûriyê bibe ya hemi pêkhatên Olî û Netewî,  û tekez li ser  piştgiriya wî bi me re kir û projeyek wî heye li ser kardike ta dawiyê, ku ewên tîmekî navnetewî bi hêz dirustbikin ji pênc dewletên yên  endamên  sereke  bi dewletên bi hêz û dewletên Herêmî yên çalak û ji nav wan Îran.

Macron wiha got:”Nerîna min pêwîstî bi çareseryek siyasî li Sûriyê ku yekbûna xaka Sûriyê têde biparêze û têkcûna terorê û gerentiya mafên hemi pêkhatên miletê Sûriyê yên Olî û Netewî bi cihbînin.

 

Qadî