Newyork...Şanda Opozisyonê bi wezîrên derve yên Holendî, Siwêdî û Kenedî re hevdîtin kirin
Newyork...Şanda Opozisyonê bi wezîrên derve yên Holendî, Siwêdî û Kenedî re hevdîtin kirin

Newyork...Şanda Opozisyonê bi wezîrên derve yên Holendî, Siwêdî û Kenedî re hevdîtin kirin

 

 

2017-09-22

RojavaNews: Di 20ê vê mehê de û  li Emerîka û li bajarê Newyorkê Şanda Opozisyona Niştimanî Sûrî roja siyemîn  hevdîtin bi wezîrên dereve yên Holendî , Swêdî û Kenedî hat kirin û  bi van wezîrên sê dewletan re û civyan û sê wezîreên derve tekezî li ser piştgiriya xwe bo  miletê  Sûriyê û çareseriya kêşeya siyasî kirin.

Li gor zanyariyên liba  Şanda Opozisyonê ji RojavaNews re ragihand: “ Şanda Opozisyona Niştîmanî ya Sûrî bi wezîra derve ya Holendî  birêz  Birêcîta  Tezîler, Birêvebera beşa Rojhilata Navîn ya di wezareta derve ya Holendî hevdîtin kirin û berpirsa Holendî tekezî li ser pitevaniya wê  bo miletê Sûriyê û desteya bilind ya danûstandinê bike.

Berpirsa Holendî li ser kêşa Sûriyê ya dijwar axivî û wiha got:” Rolên hin dewletan habû bi liserhevberdana opozisyonê û çêkirina opozisyonek ji bo berjewendiyên xwe bê ku wan bi nav bike û wê tekezî kir ku Esed bi hêztire bêtirî berê û divê wê çawe çareseriyekê ji çûndina wî re bibînin, û ew bi alîkariya Rûsya û îranê çûndina xwe  redike.

Şanda Opozisyonê axaftin li ser rola Esed bi çêkirina terorê kirin û wiha got:” Ti carî em nikarin terorê bişkînin bi hebûna  Esed, lê em dikarin Da,ş û El-Nusre têkbidin ji ber wê sedemê Esed Rêxistinên Terorê çêkirin ku ji Civaka Nevnetewî re xuyabike yan Esed û yan jî terror, û şanda  opozisyonê tekezî kir ku deste kardike bi cîbicîkirina sîstemeke dîmiqratî  li Sûriyê têde gerentiya hemo pêkhatên hene ji Ereb û Kurd û Misilman û Xiristiyan mafê wan di çarçewa yekbûna xaka Sûriyê were bicîkirin.

Şanda Opozisyona Niştîmanî ya Sûrî hevdîtin di roja çarşemê bi wezîra derve ya Swêdî birêz Margot Valistiromre hevditin kirin û wezîra Margot wiha got:”Em berdewamin bi şopandina rewşa Sûriyê  û wîn dizanin dilê me bi opozisyonêre ye û daxweza me opozisyonek bihêz yekbuyî têde nûnertiya jinan bêhtirbe û li dawiyê  wezîrê tekezî li ser piştevayina xwe bo opozisyonê û desteya bilind anî ziman û got:” Pêdiviya me bi  orgenîzkirina  refên opozisyonê û bi cîkirina rola jinan di nav wan de û jibo avakirina Sûriyê di dema xwe de.

Şanada desteya bilind ya danûstandnê hevdîtin bi wazîra derve ya Kenede, Kirîstîne Firîlend kirin û di wê hevdîtinê de wezîra derve tekezî kir ku rewşa Sûriyê  dijwar re û got:” Kenede pir bi hestiyên  xwe bi  miletê Sûriyê re ye ku hijmara penaberan gîhaye 40 hezan penaber û her yek ji wan çîrokek xwe heye lê wê got hestiyar ne bese û  di wê demê de Hikûmeta Kenedî bi lez piştgiriya xwe bo armanckirina lêxistineke leşkerî ya Emerîkî li ser rêjîma Sûriyê  piştî erîşên Kîmyayî li Gotayê bi karanîn diyarkir,  û wezîra Kenedî ji şandê  xwest  çi pêşveçûnên  nû  hene û çi dergeh û çare ji bo veguhastina siyasî li Sûriyê û ji bo sîstemek hikumlarî ku miletê Sûriyê têde jiyana xwe bi aramî bijîn û biyara ji bo hikumetekî bidin,  lê mixabin min ew ji nêzîk ve  nedîtî, û şanda opozisyonê ji wezîrê re anî ziman û gotin:”Daxweza me bi cîkirina biryarên navdewletî û bi taybet daxuyana Cinêvê û em naxwezin  valayî û tevlihevî li Sûriyê çêbibe, daxweza me ewe ku veguhastinek aştiyane ji desthilatdariyê re û mayîna Esed û karkirin li dijî terorê çênabe.

 

Qadî