Efrîn... welatiyek ketiye girava birçîbûnê di zîndanên PYDê de
Efrîn... welatiyek ketiye girava birçîbûnê di zîndanên PYDê de

Efrîn... welatiyek ketiye girava birçîbûnê di zîndanên PYDê de

 

 

2017-09-23

RojavaNews: Navendas Demoqratiyê û Mafên Mirovan di ”Kurdistan Beytune” daxuyaniyek belavkir derbarê rewşa tendirustî ya xerab ku binçav û zîndankirî ketiye girava birçîbûnê û li xwerê naveroka daxwuyaniyê : Derbarê  bersîvkirina li ser daxuyaniyek berê ku Navenda Demoqrasiyê û Mafên Mirovan li Kurdistanê derbarê binçavkirina sivîl bi navê Feroq Hemîd Xalid ji gundê Meydan Ekbesê ser bi navçeya Reco, herêma Efrînê /parêzgeha Heleb ve  ku wî red kiribû xwe tevlî Hêza Parastina Cewherî n bibe û jêderên ji navendê re ragihandin ku zaniyariyên nû li ser rewşa tenduristî  ya xerab yê navborî ji ber wî ragihand ku bikeve giraveke birçîbûnê ya vekirî.

 

Li gor heman jêderan, Xelid ji roja yekê ve  ketibû girava birçîbûnê piştî zîndankirina  wî di roja şemyê 16/9/2017an û rewşa wî ya tenduristî pir xerabe , û hîn xirabtir dibe roj bi roj, û jêderan tekezî kir ku berpirsên Asayîşê li navçeya Reco mobaylê wî radestî malbata wî kiribûn û gef dabûn malbata wî ku ew nikarin wî bibinin.

 

Hêjayî gotinê ye ku Xelid malxuyê malê ye, û sê zarok wî hene, û ji berî demekê bi çol û çiyan ketibû ji ber hêzên Asayîşê ku çend caran êrîşî mala wî kiribûn û di jiyaneke dijwar de dijît li wan çiyan li rex jimarek ciwan revîbûn ji ber leşkeriya neçar,  lê mixabin bi alikariya hin ji malbata wî nêzî  PYDê ne,  ku wî binçavnakin, lê li dawî ew li ser rêbenda gundê  wî  ku dixwest herê nav zeviyê xwe ew binçavkirin.

 

Em di Navenda Demoqrati yê bo Mafên Mirovan aliyên berpirsiyar ku ew berpirsin ku çi li Feroq Xelid werê kirin , û girîngî ew werê bi lez serbestberdan ku karibe  girava xwe bi dawî bîne û şanî pizîşkan bikin bo tenduristiya wî,  ji ber binçavkirina wî ne yasayî ye ku wî binçavbikin, tenê hiceta wan ew tevlî  hêza leşkerî  ya ser bi PYDê ve nabe.

Herwiha , Navendê nûkir ku biçavkirina sivîlan derveyî  yasaya  herêmî û navdewletî  û tawanin di derheqa  pirensîpên mafên mirvan û li dijî naveroka weku bi nav dikin ”Belgeya Peyama Civakî ya Federaliya Demoqratî  ya Rojava   Bakûrê Sûriyê  ku  Rêveberiya  xweser û Partiyên ser bi wan ve  eşkere kiribûn.

 

Navenda Demoqratiyê ya Mafên Mirovan li Kurdistanê

Henover /Almaniya

21/9/2017

 

Qadî